Nerazîbûna li hemberî biryara vekirina konsulxana Erebistanê li Necefê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269578-nerazîbûna_li_hemberî_biryara_vekirina_konsulxana_erebistanê_li_necefê
Piştî ku sefîrê Iraqê yê li Rîyazê ragihand, Erebistan dixwaze vekirina konsulxana xwe li Necefa eşref veke, nerazîbûneke berfire ya sîyasî û civakî li nav Iraqê li hemberî vê kiryarê destpê bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2017 14:04 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna li hemberî biryara vekirina konsulxana Erebistanê li Necefê

Piştî ku sefîrê Iraqê yê li Rîyazê ragihand, Erebistan dixwaze vekirina konsulxana xwe li Necefa eşref veke, nerazîbûneke berfire ya sîyasî û civakî li nav Iraqê li hemberî vê kiryarê destpê bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Seyhûd endamê parlimana Iraqê îro bal kişand ser cinayetên rêjîma siûdî li Sûrîye, Yemen, Behrêyn û nav Erebistanê li dijî şîeyan li devera Ewamîyê li rojhilata vî welatî û libara vekirina konsulxana Erebistanê li Necefa pîroz hişyarî da û got: Ti guhertinek li sîyasetên vî welatî li herêmê pêk nehatîye.

Hin bikarînerên şebekeyên civakî jî bi şêwazên curbicur nerazîbûnên xwe li hemberî razîbûna digel vekirina konsulxana Erebistanê li Necefa pîroz ragihandin.

Ebdulah Temîmî yek ji çalakên civakî yên Iraqê jinavbirina kesayetî û alimên Şîe li Necefê û birêxistina fitneyê di navbera şîeyan li Iraqê de ji armancên vekirina konsulxana Erebistanê li Necefa pîroz dane zanîn.

Rayedarekî berpirs li wezareta karên derve ya Iraqê jî ku xwest navê wî neyê aşkirakirinê, çarşema buhurî li hevpeyvîna digel televîzyona Al Jazeere ya erebî got: Erebistanê daxwaza vekirina konsulxanê li Necefê bi awayekî fermî raberî wezareta karên derve ya Iraqê kir û ew daxwaz hatîye qebûlkirin.

Berî vîya jî, roa sefareta Erebistanê li Iraqê di çaçrova berjewendîyên vî welatî de nebûye. Samir Sehban ku sefîrê Erebistanê li Iraqê bû, bi hegera destwerdana li karên navxweyî yên Iraqê ji vî welatî hat derxistin. Sefîrê berê yê Erebistanê li Bexdayê bi caran hêzên Heşdi Şeibî bi gumana xwe li warê liv û tevgerên yekalî tawanbar kiribûn.