-
Paşayê Spanyayê bi Serokomarê Iraqê re hevdîtin pêk anî
Çile 31, 2019 11:07Nivsgeha Serokomarê Iraqê ragihand ku wî şeva buhurî li Qesra Selamê li Bexdayê pêşwazî li Paşayê Spanyayê û desteya pê re kir.
-
Parlimana Iraqê mecaleke dehrojî derbarê amadekirina raporekê têkildarî hêzên amerîkî da Serokwezîr û Serokerkanê Artêşa wî welatî
Çile 31, 2019 07:59Endamekî Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Meclisa Iraqê ragihand ku vê komsyonê mecaleke dehrojî da Serokwezîr û Serokerkanê Artêşa vî welatî ku raporekê têkildarî hejmara hêzên amerîkî li wî welatî amade bikin.
-
Sefera nişkêveyî ya paşayê Spanyayê bo Bexdayê bona hevdîtina bi hêzên welatê xwe û Berhem Salih re
Çile 30, 2019 17:57Paşayê Spanyayê nişkêve gihêşt Bexdayê cihê ku bi hêzên welatê xwe re li hevalbendiya li dijî DAIŞ`ê hevdîtin pêk anî û ji aliyê serokkomarê Iraqê ve hat pêşewazîkirin.
-
Wezîrê karên derve yê Iraqê: Em ê tevlî tu mêhwereke li dijî Îranê nebin
Çile 30, 2019 16:36Wezîrê karên derve yê Iraqê got ku Bexda dê tevlî tu mêhwereke li dijî Komara Îslamî ya Îranê nebe.
-
Zêdebûna nerazîbûnên li hember gerên emerîkiyan li bajarên Iraqê
Çile 29, 2019 14:03Endamê komîta ewlehî û berevaniyê ya parlemana Iraqê û got: Hebûna berfireh a eskerên emerîkî di nav bajarên Iraqê de li dijî hevhatina Bexda û Waşengtonê ye û armancên meşkûk û nezelal dişopîne.
-
Emerîkayê pêşî li operasyona eskerî ya Iraqê li Sûriyê bona paqijkirina DAIŞ`ê girt
Çile 29, 2019 13:19Rojnamyeke iraqî eşkere kiriye ku operasyona eskerî ya hêzên vî welatî bona paqijkirina navçên sînorî bi Sûriyê re ji ber dijberiya Emerîkayê cih nehatiye û hegera wê jî beşdariya hêzên Heşda Şebî bûye.
-
Endameke Komsyona Aborî ya Parlimana Iraqê: Pişka Herêma Kurdistanê ji bûca sala 2019`ê sedî 14 ye
Çile 28, 2019 13:22Endameke Komsyona Aborî ya Parlimana Iraqê pêgirî kir ku pişka rastî ya Herêma Kurdistanê ji bûca Iraqê ya sala 2019`ê sedî 14 ye, dîyar kir ku miaşê karmendên Herêma Kurdistanê, heta heke nift radestî Bexdayê neyê kirinê jî dê ji bûcê were dayînê.
-
Iraq diravê ziyanê dide jinên Êzdî
Çile 28, 2019 06:27Wezareta Karên Koçber û Penaberan a Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku dewleta Iraqê bi qasî du miliyon dînarî wek berdîla ziyanê dide her jineka êzdî ku ji destê DAIŞê hatiye azadkirin.
-
Xwestina balyozê Tirkiyê li Bexdayê bo Wezareta karên derve ya Iraqê
Çile 28, 2019 06:03Wezareta karên derve ya Iraqê bi nîşana nerazîtiya li hemberî gullereşandina hêzên artêşa Tirkiyê ber bi welatiyên iraqî li bakurê Iraqê ku di encamê da hejhamrek hatin kuştin û birîndar bûn, balyozê Tirkiyê li Bexdayê xwest.
-
Heşt kuştî û birîndar di encama teqînekê de li bakurê Iraqê
Çile 27, 2019 12:03Di encama teqînekê de li başûrê Şerqatêli parêzgeha Selahedînê yê bakurê Iraqê du kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.