Zêdebûna nerazîbûnên li hember gerên emerîkiyan li bajarên Iraqê
Endamê komîta ewlehî û berevaniyê ya parlemana Iraqê û got: Hebûna berfireh a eskerên emerîkî di nav bajarên Iraqê de li dijî hevhatina Bexda û Waşengtonê ye û armancên meşkûk û nezelal dişopîne.
Li gorî rapora Fars News`ê, Ebas Serût endamê komîta ewlehî û berevaniyê ya parlemana Iraqê got: Geriyana eskerên emerîkî li piraniya taxên xelknişîn ên Bexdayê û parêzgehên rojava û başûrê Iraqê, rastiya bicihkirina eskerên wan nîşan dide.
Wî her wiha got: Hevhatinnama stratejîk navbera Bexda û Waşengtonê geştlêdana hêzên emerîkî li nav bajêran û navçên xelknişîn nîne belkî têkildarî perwerdekirina hêzên ewlehiyê û pergalkirina wan di nava qereqolên iraqî ye.
Pêştir Qasim Muslih fermandê Heşda Şebî li parêzgeha Enbarê li bara hewldana eskerên emerîkî bona pêkanîna komên girêdayî bi koma terorîstî ya DAIŞ`ê li navçên curbicure Iraq û Sûriyê agahî dabû.
Bi jinavçûyîna DAIŞ`ê li Iraqê li Kanûna 2017`an, gel, partî, kesayetî û medya iraqî daxwaza derketina eskerên biyanî ji wan emerîkiyan ji welatê xwe dikin lê emerîkî ne tenê naxwzain ji vî welatî derkevin belkî gef û liv û tevgerên xwe li dijî gelê Iraqê û lawazkirina bingehên berevaniyê yên vî welatî ji wan Heşda Şebî zêde kirine.