Iraq diravê ziyanê dide jinên Êzdî
Wezareta Karên Koçber û Penaberan a Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku dewleta Iraqê bi qasî du miliyon dînarî wek berdîla ziyanê dide her jineka êzdî ku ji destê DAIŞê hatiye azadkirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Wezîrê karên koçber û penaberan ê Iraqê di sefera xwe bo navçeya Teklîfê li parêzgeha Nênewayê ragihandiye ku jinên Êzdî tûşî karesateka mezin bûne û dewleta Iraqê dê pişta wan bigire.
Kurdên Êzdî sala 2014an û bi êrîşa DAIŞê li ser Şengalê û derdora wê, tûşî tevkujiya DAIŞê bûn û gellek ji wan hatin revandin. Zêde ji 6 hezar jin û mêr û zarokên Êzdî ji aliyê DAIŞê va wek kole hatin dîlgirtin û heta niha nîvê wan ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û hîn tu agahiyek ji çarenivîsa zêde ji sê hezar kurdên Êzdî tuneye.
Êzdiyên azadbûyî ji destê DAIŞê ji ber işkence û tundiyên DAIŞê tûşî ziyanên bedenî û rûhî bûne.