Heşt kuştî û birîndar di encama teqînekê de li bakurê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i300659-heşt_kuştî_û_birîndar_di_encama_teqînekê_de_li_bakurê_iraqê
Di encama teqînekê de li başûrê Şerqatêli parêzgeha Selahedînê yê bakurê Iraqê du kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2019 12:03 Asia/Tehran
  • Heşt kuştî û birîndar di encama teqînekê de li bakurê Iraqê

Di encama teqînekê de li başûrê Şerqatêli parêzgeha Selahedînê yê bakurê Iraqê du kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand ku di encama teqîna bombekê de ku li kêleka cadeyê hatibû danîn  li gund Xanûke ya başûrê bajarê Şerqatê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li nehê Kanûna 2018 jî ji ber teqîna makîneyeke bombekirî li bajarê Tekrîtê ya parêzgeha Selahedînê herî kêm 3 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Rast e ku koma terorîst a DAIŞê li Kanûna 2017 li Iraqê têk çûye, lê belê hîn hin komên biçûk û perate ên DAIŞê xwe li deverên curbicure Iraqê veşartine û car caran dest davêjin kiryarên terorîstî.