-
Neraziyan agir berdan ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ya Bexdayê
Adar 28, 2022 02:18Piştî twîta bigengeşe û bêrêzane ya kadroyekî nasyar ê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li dijî merceyiyeta bilind a şîeyan li Iraqê, ofîsa vê partiyê li Bexdayê ji aliyê neraziyan va hat şewitandin.
-
Kazimî bang li aliyên siyasî kir bo pêkanîna hikûmeta nû lezê bikin
Adar 27, 2022 16:58Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bang li grûp û aliyên siyasî kir ji bo pêkanîna hikûmeta nû lezê bikin.
-
Koma terorîst a DAIŞê, 4 şivan serjê kirin
Adar 27, 2022 16:43Cinayetkarên koma terorîst a DAIŞê 4 şivanên li sînorê parêzgeha Nînowa serjêkirin.
-
Berhem Salih: Divê aliyên Iraqî dawî li qeyrana siyasî bînin
Adar 27, 2022 09:14Serokkomarê Iraqê Berhem Salih derbarê civîna duh ya parlementa Iraqê ku ji ber kêmbûna jimara parlemanterên beşdar pêknehat, daxuyaniyek da. Berhem Salih daxwaz ji aliyên siyasî kir ji bo derbaskirina qeyrana siyasî ya ku li Iraqê heye, bi lez dest bi danûstandinan bikin.
-
Li Iraqê civîna hilbijartina Serokomar hat taloqkirin
Adar 26, 2022 15:19Li Meclisa Iraqê civîna hilbijartina serokomar ji ber beşdarbûna kêm a parlementeran 4 roj bi şûnda hat avêtin.
-
Serokê Parlimana Iraqê dê roja Yekşemiyê serdana Tehranê bike
Adar 26, 2022 15:04Ofîsa Serokê Parlimana Iraqê ragihand ku Serokê Parlimana Iraqê dê roja Yekşemiyê di serê taximeke nûnerên parlimana vî welatî serdana Tehranê bike.
-
'Civîna îro ya parlimanê ji bo hilbijartina sserokkomarê Iraqê nagihêje asta pêwîst'
Adar 26, 2022 07:32Endamekî payebilind ê Taxima Hevahengiya Şîeyan a Iraqê bi gotina vêya ku pirraniya nûnerên serbixwe bi vê taximê ra ji bo boykotkirina civîna hilbijaartina serokkomar hevrê bûne, got: Civîna îro asta pêwîst a beşdariya nûneran ji bo biryardanê bi dest naxe.
-
Dadgeha Bilind a Iraqê ser xêra Salih deng da û giliya dijî wî red kir
Adar 26, 2022 05:14Dadgeha Bilind a Iraqê giliya hilêxistî li dijî Berhem Salih serokkomarê vî welatî red kir.
-
Komîteya Hevahengiya Şîe: Divê hemû komên Iraqî xwedî moralekî netewî bibin
Adar 25, 2022 15:41Komîteya Hevahengiya Şîe ya bi navê El-Etar El-Tensiqî (Çarçoveya Hevahengiyê) roja Pêncşemê tekez kir ku divê hemû grûpên siyasî yên Iraqê xwedî ruhekî niştimanî ya dilpak bin û berjewendiyên welat berçav bigrin.
-
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku asta ava Dîcle û Firatê %73 dadikeve
Adar 25, 2022 08:22Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku ava çemên Dîcle û Firatê yên li Iraqê ji sedî 73 dadikeve; loma ji Iraqê xwest ku di hevdîtinên bi hedef yên bi welatên cîran re li ser parvekirina avê beşdariyê bike.