-
Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Sunî û PDK’ê li hev kir
Adar 24, 2022 00:03Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Serweriya Sunî û PDK‘ê li ser namzedên serokwezîr û serokomariya Iraqê li hev kirin.
-
Kerkûk - Li sînorê Daqûqê DAIŞê êrîşî hêzên Iraqê kir
Adar 22, 2022 11:37Li parêzgeha Kerkûkê, li navçeyeke ser bi qeza Daqûqê ve çeteyên DAIŞê ji du aliyan ve êrîşî Artêşa Iraqê kir, di navbera wan û leşkerên Iraqê de şer û pevçûn derket û di encam de serbazekî Iraqê hatiye kuştin û 3 serbaz jî birîndar bûne.
-
Nûrî Malikî derbarê destwerdana Tirkiyê li karên navxweyî yên Iraqê hişyarî da
Adar 21, 2022 11:14Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê Tirkiyê derbarê destwerdana li karên navxweyî yên welatê xwe hişyar kir.
-
Operasiyona Heşda Şeibiyê ji bo dabînkirina ewlehiya Diyaleyê dest pê kir
Adar 19, 2022 20:48Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê qala destpêkirina operasiyona ewlehiyê li bajarê Xaneqînê kir.
-
Teqeziya Iraqê li ser pêwîstiya beşdariya NYê di çareserkirina dosiya kampa Holê de
Adar 18, 2022 16:43Şêwirmendê asayîşa niştimanî ya Iraqê bi nûnera taybet a sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) li Iraqê (UNAMI) re civiya û daxwaz ji NYê kir ku derbarê rewşa mezintirîn kampa DAIŞê ya li ser sînorê Iraq û Sûriyê agahdar bibe û ji çareserkirina dozê wê bi cidî bexebite.
-
Heşda Şebî ji bo parastina ewlekariya ziyaretkerên meha Şebaniyê yên li Kerbelayê dest bi operasyonê kir
Adar 18, 2022 06:45Fermandetiya Operasyona Firatê Navîn di Heşda Şeibî ya Iraqê de ragihand ku wan dest bi plana ewlekarî ya parêzgeha Kerbelayê kiriye ji bo dabînkirina ewlekariya ziyaretkeran di nîvê şeva Şe’banê de bi helkefta jidayîkbûna Hezretê Weliyê Esir (e.s).
-
Li bakurê Iraqê gorek komî hat dîtin
Adar 17, 2022 18:45Çavkaniyên medyayî ji dîtina goreke komî li bajarê Mûsilê yê Iraqê agahî da.
-
Peyama Serokwezîrê Iraqê bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê
Adar 17, 2022 18:29Di salvegera kîmyabarana Helebceyê de, Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Helebce hêja ye bibe parêzgehek ji bo hurmetkirina fidakarî û qurbanîdana rûniştiyên wê.
-
Hikumeta Iraqê 2 roj kir betlaneya Newrozê
Adar 17, 2022 16:28Bi nêzîkbûna Newrozê hikumeta Iraqê biryar da ku rojên 20-21’ê Adarê bibin betlaneya Newrozê. Wê di van du rojan de hemû sazî û dezgehên fermî bikevin betlaneyê.
-
Têkçûna plana DAIŞê ya ji bo pêkanîna operasyona terorîstî li Kerkûka Iraqê
Adar 16, 2022 20:26Berdevkê artêşa Iraqê dibêje, plana DAIŞê ya ji bo pêkanîna teqîneke xwekujî li Kerkûkê têk çû.