Nûrî Malikî: Heşd ul Şe`bî rêxistineke leşkerî ya hikûmî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i360138-nûrî_malikî_heşd_ul_Şe_bî_rêxistineke_leşkerî_ya_hikûmî_ye
Serokê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê u Serokwezîrê berê yê Iraqê pêgirî kir: Heşd ul Şe`bî ne komeke neqanûnî belku rêxistineke leşkerî ya hikûmî ye.
(last modified 2026-09-05T14:18:54+00:00 )
Îlon 05, 2026 17:48 Asia/Tehran
  • Nûrî Malikî: Heşd ul Şe`bî rêxistineke leşkerî ya hikûmî ye

Serokê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê u Serokwezîrê berê yê Iraqê pêgirî kir: Heşd ul Şe`bî ne komeke neqanûnî belku rêxistineke leşkerî ya hikûmî ye.

Nûrî Malikî ji ber gefên ku tên hilêxistin u li gorî wan heke çekên di destê Komên Berxwedêr da nayên pawankirin u rêkxistin, yê boykot an kiryarên tund bên sepandin, pêgirî kir: Armanca me lihevkirina têkildarî qaydeyeke kifş ji bo kontrolkirina qeyranê ye, ne teslîmbûna di encama zext u zor u gefan da. Wî herwiha got: Hemî alîyên sîyasî u merceyê dînî pêgirîyê ser rêkxistina u pawankirina çekan dikin, lê ew yeka divê bi qanûna Heşd ul Şe`bîyê û têkelkirina koman di çarçova qanûnê da were kirin.

Malikî herwiha got: Heşd ul Şe`bî rêxistineke leşkerî ya hikûmî ye ku li gorî fermana dîwanekê hatîye damezirandin; çekên di desta da çeka dewletê û fermandetîya wê jî di bin çavdêrîya dewletê da ye.