Pêşbirkên Guleşta Ferengî ya Cîhanê; Îran bû qaremanê cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i361084-pêşbirkên_guleşta_ferengî_ya_cîhanê_Îran_bû_qaremanê_cîhanê
Tîma Netewî ya Guleşta Ferengî ya Îranê di dewama Pêşbirkên Qaremaniya Cîhanê û rojek berî bidawîhatina pêşbirkan, qaremaniya xwe misoger kir ta ku ji bo sala duyemîn a li dû hev pileya qaremaniya cîhanê bi dest xist; Şanaziyek ku ji bo cara yekê di dîroka guleşta ferengî ya Îranê de pêk hatiye.
(last modified 2026-10-27T15:20:09+00:00 )
Çirî 27, 2026 18:47 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Guleşta Ferengî ya Cîhanê; Îran bû qaremanê cîhanê

Tîma Netewî ya Guleşta Ferengî ya Îranê di dewama Pêşbirkên Qaremaniya Cîhanê û rojek berî bidawîhatina pêşbirkan, qaremaniya xwe misoger kir ta ku ji bo sala duyemîn a li dû hev pileya qaremaniya cîhanê bi dest xist; Şanaziyek ku ji bo cara yekê di dîroka guleşta ferengî ya Îranê de pêk hatiye.

 

Endamên tîma guleşta ferengî ya Îranê heta dawiya roja sêyemîna pêşbirkan, heft mîdal bidest xistin. Herwiha ji ber ku di kêşên 67 û 87 Kîlogiremê de guleştgirên Îranê derbasî lîstikên fînalê bûn, hejmara mîdalên hetmî yên tîmê gihîşte 9 mîdal ji 10 kêşan.

Elîriza Mohmedî di kêşa 87 Kîlogiremê de jî îro mîdala zîv bi dest xist.

Tîma Netewî ya Guleşta Ferengî ya Îranê piştî lîstika baş a kêmînak di dîroka guleşta ferengî ya Îranê de û qaremaniya li dû hev di Pêşbirkên Qaremaniya Cîhanê de û bi destxistina 9 mîdalên cûrbicûr, wê sibê vegere welêt.