Koma terorîst a DAIŞê, 4 şivan serjê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i332834-koma_terorîst_a_daiŞê_4_şivan_serjê_kirin
Cinayetkarên koma terorîst a DAIŞê 4 şivanên li sînorê parêzgeha Nînowa serjêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2022 16:43 Asia/Tehran
  • Koma terorîst a DAIŞê, 4 şivan serjê kirin

Cinayetkarên koma terorîst a DAIŞê 4 şivanên li sînorê parêzgeha Nînowa serjêkirin.

Li gor nûçeya malpera Şefeq News, du ji wan şivanan ser bi eşîreta Şemmer in û du şivanên din jî ser bi eşîreta Cexayfen in û demekî dirêje ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin.

Duh 26.03.2022yê termê wan çar şivanan li navçeya Dûrge ya Xizir li sînorê parêzgeha Nînowa bi serê jêkirî hatin rakirin bo nexweşxanê.

Çavkaniyekî ewlehiyê li Nînowayê ragehand: Ew termane şeva berî viya hatibûn dîtîn, lê ji ber hêzên ewlehiyê fermana rakirina wan terman li gel wan nebûye, ew term duh hatine rakirin.