-
Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa dewleta Tirkiyê li ser Şingalê şermezar kir
Hezîran 17, 2022 23:30Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê êrîşa balafirên bêmirov ên Artêşa Tirkiyê li Şingalê ku di encamê de zarokekî 12 salî û bapîrê wî jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir û got, "Piştî lêpirsîn bi dawî bû, çi pêwîst be em ê bikin."
-
Rêberên Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê di gel Kazimî civiyan
Hezîran 17, 2022 04:56Hin medyayên iraqî ji zarê rayedarekî agah ragihand ku serokên Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê civînek bi beşdariya Mistefa Kazimî serokwezîrê vî welatî li dar xist.
-
Hizbullaha Iraqê: Bila Tirkiye ji çarenûsa dagirkerên amerîkî yên menfûr ders wergire
Hezîran 16, 2022 08:59Gordanên Hizbullaha Iraqê bertek nîşanî êrîşa asimanî ya Tirkiyê li ser navçeya Sinûniya Şengalê da.
-
Qeys El Xezelî bertek nîşanî destdirêjiya aşkira ya Tirkiyê ser Iraqê da
Hezîran 16, 2022 08:35Serokê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehil El Heq a Iraq Qeys El Xezelî li dijî êrişên dewleta Tirkiy yên li ser Şengalê nerazîbûn nîşan da û got, “Ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin.”
-
3 çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûk û Mexmurê hatin kuştin
Hezîran 16, 2022 03:53Fermandariya Giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê ragihand sê çeteyên DAIŞ’ê di encama operasyonên dijeterora Iraqê de li Kerkûk û Mexmûrê hatin kuştin.
-
Hêzên Dije Terorê yên Iraqê: 4 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Hezîran 15, 2022 16:58Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê ragihand, li sînorê parêzgeha Kerkûkê 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
-
Balafira Tirkiyê li Şingalê li Encûmena Gel a Sinûna xist û zarokek kuşt û 10 kes birîndar kir
Hezîran 15, 2022 14:26Droneke artêşa Tirkiyê sînorê qezaya Şingalê li bakurê Iraqê bombebaran kir. Li gor agahiyan, di êrîşê de Encûmena Gel a Sinûnê hatiye armanckirin.
-
Li bakurê Iraqê 8 serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin
Hezîran 14, 2022 17:31Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li parêzgeha Selahedîn a bakurê Iraqê êrişî veşartgeheke koma terorîst a DAIŞê kirin û di encamê de 8 serkirdeyên DAIŞê kuştin.
-
Gotinên neavaker û îdiayên wezîrê derve yê Iraqê derbarê Îranê
Hezîran 13, 2022 15:11Wezîrê derve yê Iraqê di axaftinekê da bêyî ku nîgeraniyên Tehranê ji nav bibe îdia kir ku Îran hevrê di gel Tirkiyê destwerdana li karên navxweyî yên Iraqê dike û ev yek nayê pejirandin.
-
Qeyrana siyasî, mijara gotûbêjên Helbûsî û rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê
Hezîran 12, 2022 10:20Serokê Parlimana Iraqê û rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê derbarê rewş û asêbûna siyasî axivîn.Li gorî rapora Shafagh Newsê, Muhemed Helbûsî, Serokê Parlimana Iraqê ku serdana Herêma Kurdistanê kiriye, li Hewlêrê di gel Nêçîrvan Barzanî serokê vê herêmê şêwirî.