Gotinên neavaker û îdiayên wezîrê derve yê Iraqê derbarê Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i334574-gotinên_neavaker_û_îdiayên_wezîrê_derve_yê_iraqê_derbarê_Îranê
Wezîrê derve yê Iraqê di axaftinekê da bêyî ku nîgeraniyên Tehranê ji nav bibe îdia kir ku Îran hevrê di gel Tirkiyê destwerdana li karên navxweyî yên Iraqê dike û ev yek nayê pejirandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 13, 2022 15:11 Asia/Tehran
  • Gotinên neavaker û îdiayên wezîrê derve yê Iraqê derbarê Îranê

Wezîrê derve yê Iraqê di axaftinekê da bêyî ku nîgeraniyên Tehranê ji nav bibe îdia kir ku Îran hevrê di gel Tirkiyê destwerdana li karên navxweyî yên Iraqê dike û ev yek nayê pejirandin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê di axaftineke ne-avaker da îdia kir ku peywendiyên vî welatî tev Îranê ji Qonaxa Bêdengiyê derbasî Qonaxa Aşkiratiyê bûye û Tehran van rojan 'Zimanekî nû' ji Bexdayê dibihîze ku beriya wê tunebûye.

Wî di beşeke din a axaftina xwe da Îran bi destwerdana li karûbarên navxweyî yên Iraqê tawanbar kir û îdia kir: Me ji Tehranê ra got ku me babetên hevpar ên dînî, ticarî û aborî û hwd hene û hewcetiya me bi hevkariyê heye ne ku destwerdana ji aliyê Îranê va! Tenha tiştê ku me hewcetî pê heye hevpeymanî ye.

Ev îdia di halekî da ne ku Iraqê hîn bersiv nedaye bê-ewlehîtiyên ku ji nav axa wê gefê li Îranê dixwin. Dewleta Iraqê heta hazir nîne dijminên Îranê ku axa Iraqê bi kar tînin, hişyar bike.