Li bakurê Iraqê 8 serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i334597-li_bakurê_iraqê_8_serkirdeyên_daiŞê_hatin_kuştin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li parêzgeha Selahedîn a bakurê Iraqê êrişî veşartgeheke koma terorîst a DAIŞê kirin û di encamê de 8 serkirdeyên DAIŞê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2022 17:31 Asia/Tehran
  • Li bakurê Iraqê 8 serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li parêzgeha Selahedîn a bakurê Iraqê êrişî veşartgeheke koma terorîst a DAIŞê kirin û di encamê de 8 serkirdeyên DAIŞê kuştin.

Li gorî rapora Tora Nûçeyan a Dicleyê, Navenda Ragihandina Ewlehiya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku piştî çavdêriya berdewam, zanyariyên durist derbarê hebûna 8 serkirdeyên sereke yên terorîstan di nav veşargehekê de li deşta El-Sersar li parêzgeha Selahedînê, gihîştine ber destê Hêza hewayî ya Iraqê. 

Di vê daxuyaniyê de hat gotin, piştî wergirtina zanyariyan, şervanên Iraqî 3 caran navendên terorîstan bombebaran kirin û di encamê de her 8 endamên wê hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina Ewlekarî ya Îraqê, Hêzên ewlekarî yên vî welatî herwiha dest danîn ser miqdareke mezin ji çek û alavên piştevanîyê li veşartgeha DAIŞê.