-
Ji ber êrîşa dewleta Tirk li Zaxoyê û kuştina sivîlan; li Iraqê rojek şîn hat ragihandin
Tîrmeh 21, 2022 05:23Piştî topbarana Tirkiyê ya duh ser cihekî geştyarî li havîngeha Perexê ya ser bi Zaxoyê ku di encamê de 12 kes ku jin û zarok jî di nav de ne hatin kuştin û zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn, bi biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li seranserê Iraqê rojek şîna neteweyî hat ragihandin.
-
Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê daxwaza vekişandina hêzên Tirkiyê kir
Tîrmeh 21, 2022 05:12Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê biryar da ku gazî Balyozê Tirkiyê li Bexdayê bike da ku nerazîbûnên xwe yên li dijî bombebarana seyrangeha gundê Perexê ya Zaxoyê ragihîne û daxwaz ji Enqerê bike ku ji ber bombebaranê “bi fermî” lêborînê bixwaze û hêzên xwe ji nav axa Iraqê vekişîne.
-
Kazimî: Em mafê xwe ji bo bersivdana bo destdirêjiyên Tirkiyê parastî dizanin
Tîrmeh 20, 2022 18:37Serokwezîrê Iraqê wek berteka li hemberî êrîşa artêşa Tirkiyê ser Herêma Kurdistana Iraqê tekez kir: Iraqê mafê xwe yê tam ji bo bersivdana bo destdirêjiyên Tirkiyê parastî dizane.
-
Nûrî Malikî û Amirî ji berendambûna serokwezîrtiya Iraqê paş vekişiyan
Tîrmeh 20, 2022 05:18Çavkaniyekî agah li Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ragihand ku Nûrî Malikî û Hadî Amirî ji berendambûna ji bo serokwezîrtiya Iraqê paş vekişiyane.
-
Lihevkirinek di navbera Çarçova Hevahengîyê û YNK da jibo dirêjkirina serokomartîya Berhem Salih heye
Tîrmeh 19, 2022 13:09Endamekî Navenda Lêkolînên Istiratêjîk a Iraqê got: Pirsgirêka nika ya Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê jibo pêkanîna dewleta nû, kivşkirina kesayetîyekî jibo bidestxistina posta serokomartîya vî welatî ye.
-
Salih: Peywendîyên baş bi Têhranê ra, rola wan a jîyanê heye
Tîrmeh 18, 2022 12:44Serokomarê Iraqê amajeyî pêwîstîya lihevkirina digel Îranê kir û got: Îran yek akterên sereke û bibandor li herêmê ye.
-
Rayedarekî iraqî beşdariya Mistefa Kazimî di civîna Erebistanê da rexne kir
Tîrmeh 17, 2022 16:35Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Esaib Ehlê Heq a Iraqê teqez kir: Serokwezîrê demkî yê Iraqê bi beşdariya di civîna Cedeyê de, destûra bingehîn û qanûna sûçzanîna normalkirina peywendiyan bi Îsraîlê re binpê kir.
-
Iraqê nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê da: Avê berdin
Tîrmeh 17, 2022 11:00Li Iraqê ji ber siyaseta qirêj ya dewleta Tirkiyê ya avê, roj bi roj av kêm dibe. Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Iraqê ji ji Tirkiyeyê xwest ku hîn zêdetir avê berde tejaneya jorîn a çemên Dîcle û Firatê.
-
Bexda: Tirkiyê razî bû ku aveke zêde ji bo Iraqê berde
Tîrmeh 17, 2022 06:43Îraq dibêje, di civîna duh a wezîrê çavkaniyên avê, yê vî welatî de ligel nûnerê Erdogan yê di warê çavkaniyên avî de, Enqere razî bûye ku di rojên bê de mafê avê yê Iraqê were zêdekirin.
-
Iraq doza dijî Tirkîyê di warê kirîna nifta Herêma Kurdistanê da dişopîne
Tîrmeh 16, 2022 05:24Wezareta Niftê ya Iraqê ragihand ku Wezîrê Niftê di demajoya dadwerîyê jibo bidestxistina mafên yasayî û darayîyî yên Iraqê di mijara niftê da amade bûye.