Nûrî Malikî û Amirî ji berendambûna serokwezîrtiya Iraqê paş vekişiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i335355-nûrî_malikî_û_amirî_ji_berendambûna_serokwezîrtiya_iraqê_paş_vekişiyan
Çavkaniyekî agah li Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ragihand ku Nûrî Malikî û Hadî Amirî ji berendambûna ji bo serokwezîrtiya Iraqê paş vekişiyane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 20, 2022 05:18 Asia/Tehran
  • Nûrî Malikî û Amirî ji berendambûna serokwezîrtiya Iraqê paş vekişiyan

Çavkaniyekî agah li Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ragihand ku Nûrî Malikî û Hadî Amirî ji berendambûna ji bo serokwezîrtiya Iraqê paş vekişiyane.

Saberin Newsê ji zarê çavkaniyekî agah, li Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ragihand ku Nûrî Malikî û Hadî Amirî ji berendambûna ji bo serokwezîrtiya Iraqê paş vekişiyane.

Ev nûçe hîn bi awayê fermî nehatiye piştrastkirin.

Komîteya bijartina serokwezîrê Iraqê pêkhatî ji Qeys Xezelî sekreterê Esayîb Ehlê Heq, Emar Hekîm rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî, Hemam Hemûdî serokê  Meclîsa bilind a Îslamî ya Irqê û Ebdulsade El-Ferecî ye.

Di nava berendamên pêşniyazkirî ji bo serokwezîrtiyê da mavê Heyder Ebadî, Qasim Erecî û Muhemed Şiya' Sûdanî jî tê dîtin.