Iraq doza dijî Tirkîyê di warê kirîna nifta Herêma Kurdistanê da dişopîne
Wezareta Niftê ya Iraqê ragihand ku Wezîrê Niftê di demajoya dadwerîyê jibo bidestxistina mafên yasayî û darayîyî yên Iraqê di mijara niftê da amade bûye.
Di serdema hikûmeta Heyder Ebadî da, Iraqê dozek dijî Tirkîyê tomar kir û xwest ku Enqere ji ber hevkarîya digel Herêma Kurdistanê ya di mijara firotina niftê da bêyî razîbûna Bexdayê kar dike, 26 milyard dolarî bide hikûmeta Iraqê.
Wezareta Niftê ya Iraqê herwiha ragihandîye ku do doza Bexdayê ya dijî Enqerê di mijara niftê da pêngavên baş hatine rakirinê û ew çaverê ne ku di çend mehên bê da dadgeh bi amadebûna parêzerên navnetewî biryarê bide ku hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê ji rêya Tirkîyê neyasayî ye û ew maf bo hikûmeta Iraqê bê zivirandin.
Tirkîyê heta vê gavê çend caran bi dîplomasîyê hewl daye ew doza bê girêdanê yan paşdaxistinê lê Wezîrê Niftê yê Iraqê pêgirîyê dike ku em dê mafên yasayî û darayî yên hikûmeta Iraqê bi dest bixin.