Tehranê ser bicihanîna lihevkirinnameya ewlehiyê navebra Îran û Iraqê pêgirî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i358664-tehranê_ser_bicihanîna_lihevkirinnameya_ewlehiyê_navebra_Îran_û_iraqê_pêgirî_kir
Îranê li ser bicihanîna lihevkirinnameya ewlehiyê ya bi Iraqê ra, ji bo pêşîgirtina li çalakiyên komên çekdar ên li dijî ewlehiya sînorî, tekez kir.
(last modified 2026-06-28T14:50:35+00:00 )
Hezîran 28, 2026 17:30 Asia/Tehran
  • Tehranê ser bicihanîna lihevkirinnameya ewlehiyê navebra Îran û Iraqê pêgirî kir

Îranê li ser bicihanîna lihevkirinnameya ewlehiyê ya bi Iraqê ra, ji bo pêşîgirtina li çalakiyên komên çekdar ên li dijî ewlehiya sînorî, tekez kir.

Li gorî rapora Press TV`yê, Îranê di nameyekê da bo Yasir El-Hecac, Balyozê Iraqê li Îranê, ji hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê xwest ku têkildarî amadebûn partiyên kurd ên dijberî Komara Îslamî tedbîrên pêwîst bigirin ber xwe; bi awayekî ku ew kom an ji bo Îranê werin radestkirin an jî ji axa Iraqê werin derxistin û bo welatekî sêyem werin veguhestin. Versyoneke vê nameyê gihîştiye destê rayedarên Herêma Kurdistanê jî. Li gorî lihevkirinnameya ewlehiyê ya di navbera Îran û Iraqê da ku zêdetirî sê sal berê bi armanca dabînkirina `ewlehiya sînorî` ya her du welatan hat îmzekirin, tu komeke çekdar nikare axa welêt li dijî welatê din ê cînar bi kar bîne. Iraqê jî soz daye ku destûr nede komên çekdar ku axa vî welatî li Herêma Kurdistanê, ji bo êrişa ser derbasgehên sînorî yên Îranê bi kar bînin.