2250 girtiyên DAIŞ`ê ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i358250-2250_girtiyên_daiŞ_ê_ji_sûriyê_bo_iraqê_hatine_veguhestin
Bi dijwarbûna krîza ewlehiyê li Sûriyeyê û zêdebûna metirsiya revîna endamên DAIŞ`ê ji kampa Holê, hikûmeta Iraqê ragihand ku 2250 girtiyên girêdayî vê koma terorîst bi hevahengiya hevpeymaniya navneteweyî ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin, da ku pêvajoya wan a dadweriyê li nav welêt were temamkirin.
(last modified 2026-02-07T13:12:52+00:00 )
Sibat 07, 2026 14:25 Asia/Tehran
  • 2250 girtiyên DAIŞ`ê ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin

Bi dijwarbûna krîza ewlehiyê li Sûriyeyê û zêdebûna metirsiya revîna endamên DAIŞ`ê ji kampa Holê, hikûmeta Iraqê ragihand ku 2250 girtiyên girêdayî vê koma terorîst bi hevahengiya hevpeymaniya navneteweyî ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin, da ku pêvajoya wan a dadweriyê li nav welêt were temamkirin.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên iraqî, heta niha 2250 endamên çekdar ên girêdayî rêxistina DAIŞ`ê, ku di nav wan de iraqî, sûrî û kesên ji neteweyên cuda hene, derbasî axa Iraqê bûne. Pêvajoya veguhestina van girtiyan bo Iraqê bi rêya bejahî û hewayî û bi hevrêziya hêzên hevpeymaniya navneteweyî pêk hatiye.
Sebah Nûman, berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê, her wiha got ku endamên DAIŞ`ê yên ku ji Sûriyê bo Iraqê têne veguhestin, di bin tedbîrên ewlehiyê yên giran de li girtîgeha Qaîmê têne xwedîkirin.