Bexdayê 450 endamên DAIŞê ji wan çend serkirde ji Sûrêyê wergirt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i358181-bexdayê_450_endamên_daiŞê_ji_wan_çend_serkirde_ji_sûrêyê_wergirt
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ragihand ku vî welatî 450 endamên girtî yên koma terorsît a DAIŞê ji Sûrîyê wergirtîye.
(last modified 2026-02-02T11:12:34+00:00 )
Sibat 02, 2026 17:02 Asia/Tehran
  • Bexdayê 450 endamên DAIŞê ji wan çend serkirde ji Sûrêyê wergirt

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ragihand ku vî welatî 450 endamên girtî yên koma terorsît a DAIŞê ji Sûrîyê wergirtîye.

Haşim Elewî got: Endamên DAIŞê yên veguhestine Iraqê, hejmara wan anegorî nêzî 7 hezar ksên li Sûrîyê hatine desteserkirin, gellekî kêm e û hin kesên bo Iraqê hatine veguhestin, ji serkirdeyên DAIŞê ne.

Wî herwiha got: Beşeke kesên ji Sûrîyê bo Iraqê hatine veguhestin, welatîyê Iraqê ne û Bexdayê berî vîya hewil daye ku demajoya veguhestina wan hêsan bike.

Elewî herwiha got: Kesên ku sûc kirine, ji bo dadgehan tên nasandin û kesên bêsûc jî dê bo navendên perwerdeya civakî u rewanî bên veguhestin u rewşa wan were hilkolandin.  

Konseya Bilind a Dadwerîyê ya Iraqê jî ragihand ku lêkolîn u lêpirsîna têkildarî hezar u 387 endamên koma terorîst a DAIŞê dest pê bûye ku vê dawîyê ji kampên li Sûrîyê hatine wegirtin.