Nûnerê Iraqî: Xeta sînorî ya 600 kîlometreyî bi Sûriyê re ewleh e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i358128-nûnerê_iraqî_xeta_sînorî_ya_600_kîlometreyî_bi_sûriyê_re_ewleh_e
Parlamenterê Iraqê derbarê plana ewlehiyê ya sînorê Iraqê bi Sûriyê re got : Plana ewlehiyê ya sînorên Iraqê bi Sûriyê re planeke tam û tekûz e û ev sînor bi kamerayan û teknolojiyên nûjen têne şopandin û çavdêrî kirin.
(last modified 2026-01-29T12:09:37+00:00 )
Çile 29, 2026 15:27 Asia/Tehran
  •  Nûnerê Iraqî: Xeta sînorî ya 600 kîlometreyî bi Sûriyê re ewleh e

Parlamenterê Iraqê derbarê plana ewlehiyê ya sînorê Iraqê bi Sûriyê re got : Plana ewlehiyê ya sînorên Iraqê bi Sûriyê re planeke tam û tekûz e û ev sînor bi kamerayan û teknolojiyên nûjen têne şopandin û çavdêrî kirin.

 Parlamenterê Iraqê Muxtar Mûsewî îdiayên têkildarî lawaziya di dabînkirina ewlehiya sînorê Iraq-Sûriyê wekî planeke ji derve bona lawazkirina morela iraqiyan bi nav kir û got ku xeta sînorî ya 600 kîlometreyî ya di navbera Iraq û Sûriyê de tam ewleh e û hêzên leşkerî yên Iraqê ji bo alîkariya gelê Iraqê li dijî her gefê amade ne û pêwîst e gelê Iraqê hişyar bin û bi propagendeyên dijmin neyên xapandin. Wî her wiah got ku plana ewlehiyê ya sînorên hevpar ên Iraq û Sûriyê ji hêla hêzên leşkerî yên şareza ên Iraqê ve hatiye temam kirin û sedî sed ewlehî pêk hatiye.