Veguhestina 475 endamên herî metirsîdar ên DAIŞê ji Sûrîyê bo Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i358110-veguhestina_475_endamên_herî_metirsîdar_ên_daiŞê_ji_sûrîyê_bo_iraqê
475 çekdarên berê yên DAIŞê bi 4 karwanan ji Sûriyê veguhastine nav axa Îraqê.
(last modified 2026-01-28T13:03:43+00:00 )
Çile 28, 2026 14:00 Asia/Tehran
  • Veguhestina 475 endamên herî metirsîdar ên DAIŞê ji Sûrîyê bo Iraqê

475 çekdarên berê yên DAIŞê bi 4 karwanan ji Sûriyê veguhastine nav axa Îraqê.

Li gorî agahîyan, hemû ew girtiyên DAIŞê, di Girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê da girtî bûn. Ji wan 475 girtiyan ji sedî 95 biyanî ne û piraniya wan jî xelkê Sûriyê ne. Herwiha ew kesana ji endamên herî metirsîdar ên DAIŞê ne û beşeke zêde ya wan fermandar bûne.

Mihemed Ebû Seîde Serokê Tevgera Wicûdê li Iraqê di vî warî da ragihand ku ew terorîstana bo girtîgeha Hûtê li herêma Nasirîyê hatine veguhestin u hişyarî da ku ew girtîgeha fenanî bombeke terorîstî li başûra Iraqê ye.