Heke kurd lihev nekin, dê alîyê sêyem Serokomarê Iraqê destnîşan bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i357853-heke_kurd_lihev_nekin_dê_alîyê_sêyem_serokomarê_iraqê_destnîşan_bike
Serokê Fraksyona Partîya Demokirat a Kurdistanê (PDK) li parlimana Iraqê ragihand ku dema nasandina berbijarê posta Serokomartîyê bi dawî hatîye û heke em lihev nekin, dê alîyê sêyem Serokomar destnîşan bike.
(last modified 2026-01-08T13:27:43+00:00 )
Çile 08, 2026 14:55 Asia/Tehran
  • Heke kurd lihev nekin, dê alîyê sêyem Serokomarê Iraqê destnîşan bike

Serokê Fraksyona Partîya Demokirat a Kurdistanê (PDK) li parlimana Iraqê ragihand ku dema nasandina berbijarê posta Serokomartîyê bi dawî hatîye û heke em lihev nekin, dê alîyê sêyem Serokomar destnîşan bike.

Şaxewan Ebdullah Serokê Fraksyona PDK li parlimana Iraqê got: Mixabin ji br lihevnekirina kurdan têkildarî berbijarekî, hejmara berbijaran jorda çûye û ev yeka dibe sebeb ku destwerdana derveyî ji bo destnîşabnkirina Serokomarê nû yê Iraqê zlde bibe.

Wî herwiha got: Parlimana Iraqê piştî hilkolandinên pêwîst, dê 81 berbijar ji berbijarên posta Serokomartîya Iraqê derxe u kêm bike. Şaxewan Ebdullah derbara ihtimala lihevkirina PDK u YNK da jî got: Herçend ku dema berbijarîya ji bo posta Serokomartîyê bi dawî hatîye, lê derîyê gotûbêjê di navbera her du alîyan da vekirî ye. Wî herwiha hişyarî da ku heke kurd di nav xwe da lihev nekin, alîyê sêyem ku mebesta wî Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê û partîyên sunne ne, yê drolê di destnîşankirina berbijarê vê postê da bilîzin u eva jî bi vê wateyê ye ku her kesê ku dengê pirranîya parlimanê bi dest bixe, dê bibe Serokomar.