Ragihandina mercên berbijarbûna bo posta Serokomartîya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i357728-ragihandina_mercên_berbijarbûna_bo_posta_serokomartîya_iraqê
Parlimana Iraqê ragihand ku derîyê xweberbijarkirina bo posta Serokomartîya Iraqê vekirî ye û daxwazê ji kesên xwedîmerc dike ku di 3 rojan da daxwaza xwe raber bikin.
(last modified 2025-12-31T12:18:16+00:00 )
Kanûn 31, 2025 15:21 Asia/Tehran
  • Ragihandina mercên berbijarbûna bo posta Serokomartîya Iraqê

Parlimana Iraqê ragihand ku derîyê xweberbijarkirina bo posta Serokomartîya Iraqê vekirî ye û daxwazê ji kesên xwedîmerc dike ku di 3 rojan da daxwaza xwe raber bikin.

Li gorî daxûyanîya Serokatîya Parlimaan Iraqê, kesên xwazyarê berbijarîyê diakrin daxwaza nivîskî, CV u poxteya karî u belgeyên fermî raberî Dezgeha Karên Yasayî li Qesra Konfiransan a Bexdayê bikin. Divê ku di mercan da amajeyî çend xalan bikin, ji wan pêwîst e ku welatîyê iraqî be, temen jêr 40 salî nebe, navudengekekî baş hebe, sîyasetê bizane, herîkêm bawernameya zanîngehê hebe u li gorî destûra lêpirsîn û dadwerîyê u yan jî her çarçoveyeke fenanî wan nehatibe girtin.

Piştî hilbijartina Serokomar, yê berbijarê firaksyona herî mezin ji bo pêkanîna kabîna nû were rasipardin ku dê ji Hevpeymanîya Çarçoveya Hevahengîyê be.