Dîyarbûna dema yekem civîna gerra nû ya parlimana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i357518-dîyarbûna_dema_yekem_civîna_gerra_nû_ya_parlimana_iraqê
Serokomarê Iraqê dema lidarxistina yekem civîna gerra şeşan a parlimana vî welatî ragihand.
(last modified 2025-12-16T10:56:34+00:00 )
Kanûn 16, 2025 11:16 Asia/Tehran
  •  Dîyarbûna dema yekem civîna gerra nû ya parlimana Iraqê

Serokomarê Iraqê dema lidarxistina yekem civîna gerra şeşan a parlimana vî welatî ragihand.

Ebdulletîf Reşîd ragihand ku piştî pesendkirina encamên hilbijartina parlimanê, yekem civîna gerra şeşem a parlimana Iraqê yê roja Duşem 29ê kanûnê were lidarxistin.

Li gorî qanûna bingehîn a Iraqê, serokatîya yekem civîna parlimanê li ustîyê serokê ji hêla temen va mezintirîn.

Berî vîya, Konseya Bilind a Dadwerîyê ya Iraqê ragihandibû ku ji dema pesendkirina encamên hilbijartinê va yanî ji 14ê Kanûnê va, divê serokê parlimanê u her du cîgirên wî di 15 rojan da bên hilbijartin. Herwiha ji roja yekem a civîna parlimanê va u piştî bijartina serokê parlimanê û her du cîgirên wî va, divê Serokomar jî di 30 rojan da were destnîşankirin.