Kanûn 01, 2025 15:53 Asia/Tehran
  • Eşkerebûna tomarkirina navê zêdetirî 30 berbijaran jibo posta serokwezîrtiya Iraqê

Endamekî Çarçoveya Hevehangiya Şîe`yên Iraqê eşkere kir ku heta niha zêdetirî 30 berbijarî navê xwe jibo posta serokwezrtiya Iraqê qeyd kiriye.

Amir Fayiz, ji rêberên Çarçoveya Hevehangiyê û serokê hevpeymaniya Biryarê îro derbarê zêdebûna hejmara berbijarên popsta serokwezîrtiya hikûmeta dahatû ya vî welatî de agahî da û got: Dê mekanîzmek jibo hilbijartina berbijarê teqil were amadekirin.

Fayiz got: Lijneya ku çarçoveya hevahengiyê ava kiriye dê bi hemû berbijaran re gotûbêjê bike da ku piştî wê hejmara berbijaran tenê bibe 10 berbijar û paşê dê lijneya avakirî navên van kesana pêşkêşî rêberên Çarçoveya hewahengiyê bike da ku li gorî pîvanên destnîşankirî yek ji van were hilbijartin.

Serepeyv