Kanûn 01, 2025 13:53 Asia/Tehran
  • Endamê Hevpeymaniya Siyasî ya Iraqê: Dirêjkirina dema mayîna amerîkiyan li welêt ne pêkan e

Endamê Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahemgiya Şîe`yên Iraqê got ku dirêjkirina dema mayîna leşkerên amerîkî li Iraqê ne pêkan e.

Isam Şakir, endamê Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiya Şîe`yên Iraqê, tekez kir ku texmînên derbarê îmkana dirêjkirina dema mayîna leşkerên amerîkî li  wî welatî  hema xewn û xeyalek e  ku ji hêla hin kesan ve têne hilêxistin.

Wî her wiha got: Gelê Iraqê li dijî dirêjkirina dema mayîna van hêzan li welatê xwe ye. Biryara derbarê vekişandina leşkerên biyanî, bi taybet yên amerîkî ji Iraqê, ji aliyê komîteya hevahengiya dualî ya di navbera Bexda û Waşingtonê de hatiye dayîn. Wî got ku Iraq ne hewcedarê mayîna leşkerên biyanî li ti  navçeyekê ye û hêzên ewlehiyê yên iraqî dikarin li himber pirsgirêkên navxweyî yan derveyî rawestin . 

Serepeyv