Kanûn 01, 2025 21:37 Asia/Tehran
  • Hevseroka DEM Partiyê: Em celadan gelekî baş nas dikin

Hevseroka DEM Partiyê bersiveke tund da Ozgur Ozel Serokê CHPê û got: Em celadan jî gelekî baş nas dikin.”

Hevseroka DEM Partiyê li Çanakkaleyê beşdarî “Civîna Civaka Demokratîk û Aştiyê” bû û di axaftina xwe de bersiv da gotinên Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ên di kongreyê de.

Tulay Hatîmogullariyê li cihaba Ozgur Ozel ku di kongreya partiya xwe de gotinên wekî “Sendroma Stockholmê” û “evîndariya celadê xwe” bi kar anîbûn got got Bikaranîna vê metaforê ji bo me, herî kêm têkçûna aqil e. Em celadan jî gelekî baş nas dikin.”

Wê got em wekî DEM Partî nûnerên kevneşopiyeke şoreşger, sosyalîst û welatparêz in ku di dirêjahiya dîrokê de tevî hemû zextan bêyî ku bêzar bibin û bitirsin li ber xwe didin. Em celadan jî gelekî baş nas dikin.”

Serepeyv