Berdevkê Tevgera Nuceba: Berxwedan Çekên Xwe Diparêze
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i357241-berdevkê_tevgera_nuceba_berxwedan_Çekên_xwe_diparêze
Berdevkê medyayî yê Tevgera Berxwedana Nucebayê tekez kir ku Berxwedan bi çekên xwe tevlî hevkêşeyên navçeyê bûye û vê amûra qawetê diparêze.
(last modified 2025-11-27T11:18:02+00:00 )
Tesrîn 27, 2025 15:42 Asia/Tehran
  • Berdevkê Tevgera Nuceba: Berxwedan Çekên Xwe Diparêze

Berdevkê medyayî yê Tevgera Berxwedana Nucebayê tekez kir ku Berxwedan bi çekên xwe tevlî hevkêşeyên navçeyê bûye û vê amûra qawetê diparêze.

 Hisên Mûsewî, berdevkê medyayî yê Tevgera Nucebayê, got: Ezmûna Bahoza Eqsayê ev bawerî di nav me de xurt kir ku divê em bi hêz beşdarî pêkhatina hevkêşeyên herêmî bibin, ji ber vê yekê ti sedemek tune ku em bi jiçekkirina xwe, rê bidin dijminê xapînok ku bigihîje armancên xwe.

Wî tekez kir: Îro parastina hemî hebûnên Berxwedanê, bi taybet parastina çekan, ji her demê zêdetir pêwîst e ji ber ku ew amûrên berevaniya gel û welatê me ne.