Emar Hekîm: Hilbijartina parlimanê vîna gelê Iraqê ji bo pêşketina demokiratîk nîşan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i357122-emar_hekîm_hilbijartina_parlimanê_vîna_gelê_iraqê_ji_bo_pêşketina_demokiratîk_nîşan_da
Serokê Tevgera Hikmeya Netewî ya Iraqê li şeşemîn Civata Aşitî û Ewlehiya Rojhilata Navîn pêgirî kir ku Iraq divê pirek di navbera rojhilat u rojavaya cîhanê da be ne warek ji bo safîkirina hesaban.
(last modified 2025-11-18T11:38:22+00:00 )
Tesrîn 18, 2025 14:50 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm: Hilbijartina parlimanê vîna gelê Iraqê ji bo pêşketina demokiratîk nîşan da

Serokê Tevgera Hikmeya Netewî ya Iraqê li şeşemîn Civata Aşitî û Ewlehiya Rojhilata Navîn pêgirî kir ku Iraq divê pirek di navbera rojhilat u rojavaya cîhanê da be ne warek ji bo safîkirina hesaban.

Emar Hekîm  hilbijartina parlimanî ya vê dawîyê nîşana pabendbûna gel bi rêya demokirasîyê zanî û xwest ku hikûmeteke xurt û giştalî zûka were pêkanîn. Hekîm bi pênaskirina berfire ya têgeha ewlehîyê, pêgirî ser pêwîstîya dadperwerîya civakî, rêzgirtina li serwerîya welatan û pêşxistina aborî kir û got ku nivşa ciwan a Iraqê hewcedarê piştgirîyê ji bo beşdarbûna di projên pêşxistinê da ye. Wî herwiha pêgirî ser sererastkirina peywendîyên Bexda- Hewlêrê ser bingeha  qanûna bingehîn da, sekinîna himber pirsgirêkên av u hewayê u rola gotûbêjê di kêmkirina gêreyan u pêkhatina istiqrara mayinde da kir.