Iraq: Di roja dengdanê da hatin u çûyîn nayê qedexekirin
Mijdar 06, 2025 17:43 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta Karên Hundur a Iraqê ragihand ku plana emnî ya taybet bi hilbijartinê di vê dewrê da berovajî ya dewrên buhurî yê nerm be û di vê çarçovê da roja dengdanê yê hatin u çûyîn neyê qedexekirin.
Ebbas Behadilî got: Wezareta Karên Hundur temî amadekarî ji bo bicihanîna plana emnî ya taybet bi hilbijartinê kirîye û ew plan di vê dewrê da nerm e u yê hatin u çûn di roja dengdanê da neyê qedexekirin.
Behadilî herwiha got: Wezareta Karên Hundur a Iraqê bi hevkarî u hevgirtina tam a dige dezgehên din ên emnî û leşkerî yên welêt, yê ewlehîya hemî navend û bazineyên dengdan u sindoqên dengwergirtinê dabîn bike.