Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Hilbijartin dê di dema diyarkirî da were lidarxistin
Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand ku hemî pêdiviyên lidarxistina hilbijartinê hatine temamkirin û hilbijartin dê di dema ji pêş ve diyarkirî da were lidarxistin.
Basim Ewadî Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand: Hikûmet piştevaniyê dide pêvajoya lidarxistina hilbijartinê, hemî pêdiviyên pêwîst ji bo lidarxistina wê di dema diyarkirî da hatine dabînkirin û hilbijartin dê di dema diyarkirî da were lidarxistin. Hikûmetê jî piştevanî daye hemî qonaxên vê pêvajoya demokratîk.
Ewadî got: Parastina vê ezmûnê pêwîstiyeke qanûnî û neteweyî ye, hikûmet dê hevkariya nêzik digel Komîsyona Bilind a Hilbijartinê û saziyên ewlehiyê ji bo lidarxistina serkeftî ya hilbijartinê di 11ê Mijdarê da bidomîne.
Ev gotin di rewşekê da ne ku di rojên dawî da hin rapor li Iraqê îdiaya paşdaxistina hilbijartinan ji ber hegerên navxweyî û derveyî kiribûn.