Tivdîrên emnî yên Bexdayê ji bo garantîkirina ewlehîya hilbijartinên parlimana Iraqê
Cotmeh 19, 2025 19:10 Asia/Tehran
Lêjneya Bilind a Emnî ya Hilbijartinên Iraqê basa pêngavên ji bo garantîkirina ewlehî û duristîya hilbijartina parlimanî ya vî welatî kir.
Lêjneya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê raghiand: Di encama operasyonên hêzên emnî da heta nika hejmarek sûcdarên desthebûna di binpêkarîyên têkildarî hilbijartinê ji wan kirrîna kartên hilbijartinê û dirrandina posterên berbijaran li hin navçeyan hatine desteserkirin.
Karên hanê sûc tên hesêb u ji bo wan ceza hatîye kivşkirin. Şayanî gotinê ye ku hilbijartina parlimanî ya Iraqê biryar e ku di 11ê Mijdarê da were lidarxistin.