Bêparbûna sedî 27ê iraqiyan ji beşdariya di hilbijartinan de
Navenda hilbijartinê hişyarî da ku nêzîkî sedî 27ê kesên ku dikarin dengê xwe bidin li Iraqê ji ber nebûna kartên bayometrîk, nikaribin beşdarî hilbijartinên parlemana Iraqê yên 2025an bibin.
Navenda Perwerde û Lêkolînên Hilbijartinên Iraqê tekez kir ku nêzîkî sedî 27ê dengdêrên di hilbijartinên parlemana Iraqê yên 2025an de ji mafê beşdariya bêpar dibin û ragehand ku sedema sereke ya vê bêparkirinê biryara Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ye ku kartên bayometrîk bike şertek ji bo dengdanê.
Lijneya Komîseran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê bernameya dawî ya komîsyonê ji bo qeydkirina dengdêrên bayometrîk pejirandiye. Li gorî van amaran, 21 milyon û 404 hezar û 291 kes mafdar in ku di hilbijartinên parlemana Iraqê yên pêşerojê de deng bidin, ku ji wan 20 milyon û 63 hezar û 773 dengdêrên giştî, 1 milyon û 313 hezar û 980 dengdêrên taybet û 26 hezar û 538 dengdêrên aware ne .