Îlon 29, 2025 15:37 Asia/Tehran
  • Heşdi Şe`bî: Iraq li rex Xezze, Îran, Yemen u Libnanê ye

Serokê Rêxistina Heşdi Şe`bî ya Iraqê dîyar kir ku pêwîst e hêzên vê rêxistinê berevanîya Iraqê bikin u tekez kir ku Iraq li rex Xezze, Îran, Yemen u Libnanê ye.

Falih Feyyaz Serokê Rêxistina Heşdi Şe`bî ya Iraqê wek berteka himber gotinên Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîmas Sîyonîst ku gefa jinavbirina rêvebirên komên iraqî kiribû, tekezî ser şîyana welatê xwe ya bersivdana himber her cure destdirêjîyê û parastina welatê xwe kir.

Wî Netanyahu kesekî destdirêjker bi nav kir ku hemîxetên sor û qanûnên  navdewletî binpê dike û bûye pirsgirêkek ji bo welatên herêmê. Serokê Rêxistina Heşdi Şe`bîyê got: Iraqê têra xwe emrazên bersivdana hibmer her destdirêjîya ihtimalî heye û hêzên Heşdi Şe`bîyê sozdarê parastina Iraqê û sekinîna himber gefan u zorbêjîyê ne.

Falih Feyyaz pêgirî kir ku em ji gefan narevin û pabendl parastina Iraqê ne û bi bîr xist ku Iraq li rex Xezze, yekitîya Sûrîyê, Libnan, Îran, Yemen u hemî welatên herêmê sekinîye. 

Serepeyv