Îlon 27, 2025 18:39 Asia/Tehran
  • Heyyan Ebdulgenî: Bi berdewambûna hinardekirina niftê, yê dayîna miaşan paşda nekeve

Wezîrê Niftê yê Iraqê ragihand ku rêkevtinameya di navbera Hewlêr- Bexdayê da, wergirtina hemî nifta li Herêma Kurdistanê tê derxistin, digire ber xwe û got: Pêwîst e ku Wezareta Çavkanîyên Sirûştî radestkirina niftê bidomîne u bi vê yekê miaşê karmendên Herêma Kurdistanê yê bêyî paşdaketin bi awayekî berdewam were şandin.

Heyyan Ebdulgenî ragihand: Piştî 18 salan me li ser radestkirina nifta Herêma Kurdistanê bo hikûmeta federal p hinardekirina wê bo derve bi rêya Şirketa SOMO ya Iraqê li hev kir. 

Ebdulgenî herwiha dîyar kir ku Bexda yê nifta Herêma Kurdistanê li Pêşxabûrê wergire u bi rêya Tirkîyê bişîne derve û rojê yê 50 hezar bermîl nift jî bo pêwîstîya navxweyî ya Herêma Kurdistanê were terxankirin. 

Wî têkildarî kirêdîyên bo şirketên niftê jî dîyar kir ku ji bo derxistina her bermîl niftê 16 dolar destmiz hatîye destnîşankirin u şêwaza dayîna dirêv bo şirketên niftê jî ne bi şêwaza kaş belku diravê neqd e û ev rêketinameya ji hêla hemî alîyan va hatîye wajokirin u em pabendê wê ne. 

Serepeyv