Fuad Hisên: Êrîşa ser binesaziyan û giranbûna xelayê li bakûrê Xezzeyê xeternak e
Fuad Hisên Wezîrê Karên Derve yê Iraqê li rex Civîna Civata Giştî ya NY'yê li New Yorkê digel 'Fîlîp Lazarînî' Serokê UNRWA'yê hevdîtin pêk anî.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di hevdîtina digel Serokê Ajansa Alîkarîgihandin û Peydakirina Kar ji bo Awareyên Filistînî (UNRWA) da bal kişande ser rewşa karesat li Xezzeyê û got ku êrîşa ser binesaziyan û girantirbûna xelayê li bakûrê Xezzeyê xeternak e.
Fuad Hisên careke din teqezî li ser hevgirtina tam bi gelê Filistînê ra û pêwîstiya xurtkirina piştevaniya darayî ji UNRWA'yê bi rêya teşwîqkirina welatên dabînkerê alîkariyê kir.
Li gorî rapora Wezareta Karên Derve ya Iraqê, di vê hevdîtinê da Lazarînî raporek ji pirsgirêkên UNRWA'yê ji wan êrîşên plandarêştî dijî çalakiyên vê ajansê û sînordariyên sepandî ji aliyê Rejîma Siyonîst va li pêşiya hatina alîkariyên mirovdostane bo Xezzeyê ku bûye sebeba bêparbûna bi sedan hezar kesî ji xwarek, derman û xizmetên bingehîn, raber kir.