Çarçoveya Hevahengîyê xwest ku hilbijartin di dema dîyarkirî da were lidarxistin
Çarçova Hevahengîya Şî`eyên Iraqê pêgirî kir ku pwêsît e hilbijartina parlimana Iraqê di dema dîyarkirî da were lidarxistin û hevdem dilnigeranbûna xwe derheq zêdebûna gotinên tund ên eşîretî dîyar kir.
Çarçoveya Hevahengîya Şî`eyên Iraqê di civîna asyayî ya xwe da ku li nîvsgeha Heyder Ebadî Serokê Hevalbendîya Nesr`ê hat lidarxistin, mijara hilbijartina parlimana Iraqê hilkoland û beşdarên vê civînê pêgirî kirin ku pêwîst e hilbijartin di dema qanûnî ya xwe da were lidarxistin û bi saya pêkanîna atmosfereke guncav ji bo lidaxistina serkevtî u misogerkirina zelalbûnê pêbawerîya welatîyan were bidestxistin û rêya demokirasîyê xurttir bike.
Çarçoveya Hevahengîya Şî`eyên Iraqê derbara dûhatên bitaluke ji bo aştîya civakî û yekrêzîya niştîmanî ya tundîya tayfeyî ya di hin daxûyanî û axavtinan da hişyarî da û dîyar kir ku parastina pêkhateyên civakî yên Iraqê erkek niştîmanî û berpirsyarîyek e ku dikeve ser milê hemî alîyên sîyasî, medyayî û dînî.