Meşa ber bi Kerbelayê ji bo merasima Erbe`înê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355755-meşa_ber_bi_kerbelayê_ji_bo_merasima_erbe_înê
Bi milyonan mizilman û azadîxwazên cîhanê yên beşdarê merasima çillê Imam Hisên (S) li merzargeha vî îmamî li şarê Kerbelayê, beyeta tev doz u mîsyona nevîyê pêxemberê Islamê ku têkoşîna himber zilim û sitemê bû, dubare kirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tebax 14, 2025 17:43 Asia/Tehran

Bi milyonan mizilman û azadîxwazên cîhanê yên beşdarê merasima çillê Imam Hisên (S) li merzargeha vî îmamî li şarê Kerbelayê, beyeta tev doz u mîsyona nevîyê pêxemberê Islamê ku têkoşîna himber zilim û sitemê bû, dubare kirin.

Kombûna bi milyonan mizilman û azadîxwazên cîhanê yên beşdarê merasima çillê Imam Hisên (S) li merzargeha vî îmamî li şarê Kerbelayê, vê peyamê dide cîhanê em divê ku ji bo sekinîna himber zilim û zorbêjîyê bibin yek û himber zalim û zorbêjên vê serdemê rawestin.

Vê rojê ango roja çillê Imam hisên (S) peyameke gellekî zelal heye û ew jî eva ye ku divê em zalimên serdema xwe nas bikin û bala xwe bidin ser sekinîna himber zilm û sitemê û girîngatîyê bidin yekitî û hevgiritna cîhana islamê. Di rewşekê da ku gelê Xezzeyê hemî rojan di encama êrişên hovane yên Rejîma Sîyonîst a dagirker da tê şehîdkirin, felsefeya Aşûrayê û parastina merasima çillê Imam Hisên (S) di nava misilmanan da zêdetir ji her demî dîyar e. 

Piştgirîya ji Filistînê ku nika yek ji ewlewîyetên girîng ên cîhana islamê ye û rola berbiçav a di têkoşîna himber zorbêjîyê da, serratir ji herêma rojavaya Asyayê rolê dilîze û şûrekî tûj himber destdirêjkerên rojavayî nemaze himber Amerîkayê ye, îsal veguherîye yek ji durişmên herî girîng ên beşdarê vê kombûn û merasimê.