Meşa girseyî ber bi qibleya azadîxwazên cîhanê ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355742-meşa_girseyî_ber_bi_qibleya_azadîxwazên_cîhanê_ve
Van rojan, rêyên ber bi Kerbelayê ve bi taybet mêhwera Necefa Eşref - Kerbelaya pîroz bûne qada mezin a hevgirtin, bawerî û evîna ji bo Îmam Huseyîn (s).
(last modified 2025-08-13T10:36:17+00:00 )
Tebax 13, 2025 17:55 Asia/Tehran
  • Meşa girseyî ber bi qibleya azadîxwazên cîhanê ve

Van rojan, rêyên ber bi Kerbelayê ve bi taybet mêhwera Necefa Eşref - Kerbelaya pîroz bûne qada mezin a hevgirtin, bawerî û evîna ji bo Îmam Huseyîn (s).

Bi milyonan ziyaretker ji deverên curbicur yên Iraqê û welatên curbicur, gav bi gav û bê rawestan dimeşin, hin ji başûrê Iraqê, hin ji bakur û navendê û hinek ji welatên cîran ku ji sînor derbas bûne û xwe gîhandine rêya sereke ya vê meşê. Her wiha amadekarî û xizmetên berfireh jibo dabînkirina derbasbûna ewle û hêsankirina sefera bi milyonan ziyarertkeran li deriyê sînor ê Mehranê  hatine kirin. Li rêya Kerbelaya pîroz ji bilî tedbîrên ewlehiyê, tîmên pizîşkî jibo pêşkêşkirina alîkariyên berayî û alîkariya jibo nexweş û kal û pîran, û  tenahiya halê ziyaretkeran di dirêjatiya rê de bi cih bûne.