Kuştina serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355730-kuştina_serkirdeyekî_payebilind_ê_daiŞê_li_iraqê
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê derbarê kuştina serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê di encama operasyoneke taybet li başûrê Bexdayê agahî dan.
(last modified 2025-08-12T12:04:22+00:00 )
Tebax 12, 2025 15:19 Asia/Tehran
  • Kuştina serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê li Iraqê

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê derbarê kuştina serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê di encama operasyoneke taybet li başûrê Bexdayê agahî dan.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku yekîneyên taybet ên ewlehiyê bi pêkanîna operasyoneke deqîq û plankirî li herêma Dûre li başûrê Bexdayê, karîn yek ji serkirdeyên girîng ên rêxistina terorîstî ya DAIŞê bikujin. Ev kes, ku li gorî rayedarên ewlehiyê yek ji serkirdeyên pile bilind  an jî nifşê yekem ê damezrînerên DAIŞê bûye, di salên borî de roleke girîng di dîzayn û pêkanîna operasyonên terorîstî yên vê komê li Reqeyê de hebûye.