Ayetullah Sîstanî êrişa Rejîma Siyonîst ser Îranê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355116-ayetullah_sîstanî_êrişa_rejîma_siyonîst_ser_Îranê_şermezar_kir
Nivîsgeha ayetullah Sîstanî piştî êrişa terorîstî ya Rejîma Siyonîst ser Îranê di daxuyaniyekî da ev êrişa şermezar kir.
(last modified 2025-06-13T11:48:04+00:00 )
Hezîran 13, 2025 11:09 Asia/Tehran
  • Ayetullah Sîstanî êrişa Rejîma Siyonîst ser Îranê şermezar kir

Nivîsgeha ayetullah Sîstanî piştî êrişa terorîstî ya Rejîma Siyonîst ser Îranê di daxuyaniyekî da ev êrişa şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîsgeha ayetullah Sîstanî de hatiye: Cinayeta ku rejîma dagirkir a Siyonîst cih anî, bi şehîdbûna komek ji zanyar, fermandeyên leşkerî û xelkê sivîl ê Îranê ji wan jin û zarokan û êrişa ser hin sazî û navendên zanistî yên li welêt, careka din xetera vê rejîmê û destdirêjkarbûna wê misoger kir. Nivîsgeha ayetullah Sîstanî, ji bilî ku ji bo şehîdên hêja rehmet û dilovaniya Xwedê xwest û sersaxî da malbatên wan ê hêja û hêviya şifaya lezgîn ji bo birîndaran xwest, ev karê cinayetkarane bi tundî şermezar kir û ji civaka navnetewî xwest ku zextê bidine ser vê rejîma destdirêjkar û piştgirên wê ta ku destdirêjiyên bi vî rengî berdewam neke.