Hezîran 07, 2025 16:54 Asia/Tehran
  • El Mûsewî: Hin hikimdarên Ereb siyasetên Amerîkayê cih tînin

Pêşnimêjê Bexdayê rexne li hin hikimdarên Ereb kir û got ku şerm e ku ev hikimdar bûne amûrên cihanîna siyasetên biyaniyan.

Ayetullah Seyîd Yasîn El Mûsewî, Pêşnimêjê Bexdayê, êrişa hovane ya Rejîma Siyonîst ser cihên xelknişîn ên Zahiya başûrê Beyrûtê di şeva Cejna Qurbanê de wekî mînakek zelal a hevahengiya leşkerî ya dijminan nirxand û got: Ev hevdengî nîşana dijminatiya eşkere li hember misilmanan û bereya Berxwedanê.ye

Wî her wiha got: Şerm e ku hin hikûmetên Ereb bûne amûrên cihanîna siyasetên biyaniyan û li rêya normalîzekirina têkiliyên bi dagirkeran re pêngavan radikin.

El Mûsewî derbarê Colanî, serkirdê berê yê Cibhetunusre û rêvebirê niha yê Şamê de, hişyarî da û wî wekî projeyek firqeyî û cinayetkar ji bo hilweşandina hikûmeta Iraqê û tunekirina her ezmûnek serbixwe li navçeyê bi nav kir.

Serepeyv