Hezîran 01, 2025 17:45 Asia/Tehran
  • Zêde ji 200 malbatên iraqî yên Kempa Holê vegeriyane Iraqê

Zêde ji 200 malbatên iraqî yên Kempa Holê li parêzgeha Hesekê vegeriyane Iraqê û eva di bin çavdêriya giran a ji hêla ewlehiyê ve ya hêzên Hevpeymaniya Navnetewî de bû.

Şukrî Hecî, berpirsê Nivîsgeha Îzna Berdanê li Kempa Holê, ragihand, di serê vê salî de eva karewana 26`an a vegerandina iraqiyan bo welatê wan e û got: Karewana vê carê ji 223 malbatan pêk hatiye ku 832 kes in. 

Şukrî Hecî herwiha aşkera kir ku vegerandina wan malbatên iraqî ku hez dikin vegerin welatê xwe, bi hevahengiya di navbera Dayireya xwerêvebir û hikûmeta Iraqê de berdewam e. Berî nika wezareta Koç û Koçberên Iraqê aşkera kiribû ku hejmara wan kesên ku ji kempa Holê veguhestine Iraqê zêde ji 15 hezar kes in û herî zêde jin û zarok in.

Serepeyv