May 23, 2025 16:18 Asia/Tehran
  • Bexdayê têkiliyên rasterast ên Amerîkayê bi Herêma Kurdistana Iraqê re rexne kir

Wezareta Niftê ya Iraqê ragihand ku hevkariya rasterast di navbera şîrketên Amerîkî û Herêma Kurdistana Iraqê bêyî çavdêriya Bexdayê û saziyên wê yên fermî li dijî destûra bingehîn û qanûnên din ên heyî yên vî welatî ne.

Wezareta Niftê  ya Iraqê îro ragihand ku ew  ji hevkariya bi şîrketên Amerîkî re ji bo pêşxistina  meydanên nift û gazê yên Iraqê  pêşewzaiyê dike û her tim di vî warî de hewil dide. Lê ev hevkarî dê bi rêya têkilî û peymanên rasterast li gorî destûra bingehîn a Iraqê û biryarên dadgeha federal were kirin.

Wezareta Niftê ya Iraqê her wiha tekez kir ku têkiliya rasterast a şîrketên amerîkî bi Herêma Kurdistana Iraqê re bêyî hevahengiya bi hikûmeta federal û kanalên wê yên fermî re li dijî destûr û qanûnên heyî yên Iraqê ye.

Berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê çend roj berê, ragihandin ku wan peymanek bi şîrketên niftê  yên Amerîkî re îmze kirine da ku meydanên gazê li parêzgeha Silêmaniyê pêşve bibin. Ev di halekê de ye ku wan ji Bexdayê li ser vê yekê ti rêkeftinek wernegirtiye.

Serepeyv