Civîna Wezîrên Derve yên Ereb li Iraqê
May 15, 2025 16:00 Asia/Tehran
Civîna wezîrên derve yên welatên erebî ji bo amadekariya 34emîn civîna rayedarên van welatan îro li Bexdayê dest pê kir.
Wezîrê Derve yê Iraqê di civînê de got: Civîna pêşîn a rayedarên Ereb di demekê de tê lidarxistin ku em di qonaxek hestyar a dîroka gelê Ereb de ne ku pêîwst e em hewldanên xwe bikin yek.
Pirsgirêka Filistînê hîn jî mijarek sereke ye û Iraq careke din ser helwestên xwe yên berê bo piştgirîya gelê Filistînê heta rizgarkirina axa Filistînê tekez dike.
Fuad Husêyn daxwaza vekişîna tam a Rejîma Siyonîst ji Libnanê kir û her wiha ser piştgiriya ji yekîtî û aramiya Sûriyê tekezî kir. Civîna rayedarên ereb wê Şemiya bê were lidarxistin.