Wezîrê karên hundur ê Iraqê: Sînûrên me yên bi Sûriyê re hîna jî girêdayî ne
Wezîrê karên hundur ê Iraqê ragihand: Iraqê heta nika hevahengiya ewlehiyê bi wezareta karên hundur a Sûriyê re tunebûye.
Ebdulemîr El Şemerî got: Sînorên Iraqê bi Sûriyê re hîna jî girêdayî ne. HSD pişkek ji sînorên Sûriyê girtiye destê xwe û hêzên Sûriyê ji navçeyên nêzîkî derbasgeha El Qaimê derketine û Iraq li hember wê, hêzên xwe zêde kirine. El Şemerî herwiha gotiye ji Iraqê ti garantiyeka ewlehiyê ji bo beşdariya Colanî, serokê dewra veguhestinê ya Sûriyê di Civîna Yekîtiya ereban de ku biryar e li Bexdayê were lidarxistin, nehatiye daxwaz kirin. Wezîrê karên hundur ê Iraqê li ser rewşa sînorên vî welatî bi Îranê re jî got: Partiyên Kurd ên neyarê Îranê ji sînoran paşve kişiyane û hêzên sînorvaniyê pêgehên neyaran li ser sînorê bi Îranê re girtine bin kontrola xwe.