Divê Tirkiye mafê avê yê Iraqê misoger bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i354511-divê_tirkiye_mafê_avê_yê_iraqê_misoger_bike
Parlamenterê Iraqê tekez kir pêwîst e Tirkiye garantiyê bide ku mafên Iraqê yên li ser çemên hevpar werin dabînkirin.
(last modified 2025-05-03T11:52:03+00:00 )
May 03, 2025 13:38 Asia/Tehran
  • Divê Tirkiye mafê avê yê Iraqê misoger bike

Parlamenterê Iraqê tekez kir pêwîst e Tirkiye garantiyê bide ku mafên Iraqê yên li ser çemên hevpar werin dabînkirin.

Şaxevan Ebdullah, di hevdîtinekê de ligel şanda parlemana Tirkiyê li kêleka civîna  oparlemana  welatên endamê NATOyê li Tirkiyê, tekezî ser mijarên girîng ji wan mafên Iraqê derbarê çemên ku ji axa Tirkiyê dikevin Iraqê kir û got ku divê Tirkiye garantiyê bide ku ew ê mafên  Iraqê ji çemên hevpar bide vî welatî.

Tirkiye di van salên derbasbûyî de bi çêkirina bendavên mezin ser çemên ku ji axa vî welatî re derbas dibin welatên jêrayî xwe yên wekî Iraq û Sûriyê bi kêmbûna avê ya giran re rû bi rû kiriye û hikûmetên herêmî bi tundî li dijî  siyasetên Tirkiyê di warê avê de rabûne.