Rawestandina demajoya veguhestina malbatên DAIŞê ji kampa El-Holê ya Sûriyê bo El-Cedeya Iraqê
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê derbarê rawestandina demajoya veguhestina malbatên DAIŞê ji kampeke li Sûriyê bo kampeke parêzgeha Neynewayê ya Iraqê agahî dan.
Çavkaniyekî ewlehiyê li parêzgeha Enbarê îro ragihand ku kiryarên têkildarî veguhestina malbatên endamên DAIŞê ji kampa Holê li Sûriyê bo kampa el-Cede li parêzgeha Neynewayê heta demekê hatiye rawestandin.
Vê çavkaniyê her wiha diyar kir: Hêzên ewlehiyê yên Îraqê ji ber rewşa ewlehiyê ya giran li nav kempa Holê ku niha ji aliyê komên alîgirê DIŞIê ve tên piştgirî kirin, hemû kiryarên derbarê veguhestina malbatên DIŞIê ji kampa Holê bo kampa El-Cedie rawestandiye.
Çavkaniya hanê diyar kir:Nebûna aliyê Îraqî di Sûriyê de bona ku rewşa malbatan û rewşa ewlehiya wan hilkole bûye sedem ku proseya veguhestina van malbatan ji Holê bo Cedie were rawestandin. Şert û mercên heyî yên ewlehiyê rê nadin komên nû bên veguhestin.