Daxûyaniya Muqteda Sedr ji bo xwepêşandanên dijî siyonîst li Iraqê
Nîsan 12, 2025 16:03 Asia/Tehran
Wek berteka li himber berdewamiya êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê rêberê Tevgera Sedr a Iraqê daxwaz ji alîgirên xwe û xelkê Iraqê kir ku beşdarî xwenîşandaneke bi hêrs li dijî Rejîma Siyonîstbibin.
Moqteda-Sedr rêberê tevgera Sedr a Îraqê îro di daxûyaniyekê daxwaz ji alîgirên xwe kir ku bona protestokirina kiryarên leşkerî yên rejîma siyonîst li zîvala Xezzeyê beşdarî xwenîşandana aştiyane lê bi hêrs bibin
Wî di daxuyaniyê de destnîşan kir ku cihê vê xwepêşandanê dê hema cihê nimêja înê li van parêzgehan be ku baregehên gelanî yên Tevgera Sedr tê de hene.
Sedr herwiha tekezî ser helwesta xwe ya dijî rejîma siyonîstî kir û ferman da ku alayên Rejîma Siyonîst û Amerîkayê di xwepêşandanan de bên şewitandin.