Nîsan 11, 2025 18:06 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Destwerdana biyaniyan di karûbarên Sûriyê nayê qebûlkirin

Serokwezîrê Iraqê rexne li destwerdanên welatên biyanî bi taybetî Rêjîma Siyonîst li karûbarên Sûriyê girt û tekezî ser pêwîstiya parastina yekparçeyiya axa vî welatî û biryardana serbixwe ya gelê Sûriyê kir.

Mihemed Şiya El-Sûdanî her wiha ewlehiya li Sûriyê ji bo aramiya Iraqê pir girîng nirxand û got: Ewlehî, aramî û geşatiya li her du welatan rasterast bi hev ve girêdayî ne. Her wiha çavkaniyên sûrî derbarê êrişên hêzên Îsraîlê  ser herêma Til El-Sîfer li başûrê Sûriyê agahî dan.Êrişên hewayî yên berfireh ên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst ser Şam, Hema û navçeyên din ên Sûriyê ziyanên giran bi dû xwe re anîne .Wezareta Derve ya Sûriyê ev kiryar şermezar kir û ragihand ku li parêzgeha Derayê di navbera leşkerên Rejûîam Siyonîst û xelkê de şer û pevçûn derketiye.

Serepeyv